Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarok di kursên havînê de hem kêfê dikin hem fêr dibin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokan kursên havînê li dar dixe da ku hunerên wan ên civakî û çandî zêde bikin. 150 xwendekarên di navbera 8-12 salî de ji van kursan sûd werdigirin. Zarok di kursên havînê yên ku ji aliyê Gerînendetiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî ve tên or

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokan kursên havînê li dar dixe da ku hunerên wan ên civakî û çandî zêde bikin. 150 xwendekarên di navbera 8-12 salî de ji van kursan sûd werdigirin.

Zarok di kursên havînê yên ku ji aliyê Gerînendetiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî ve tên organîzekirin de dema kêfê dikin agahiyan distînin.

Kursên domdar ên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê şaxên resim, muzîk, îngilîzî, atolyeyên hunera mermerkirinê û dersên lîstikên hiş û hişmendiyê li xwe digirin.

Kursên ku ji aliyê mamosteyên pispor ve tên dayîn û bi mebesta ku zarok di dema betlaneyê de kêfxweş bibin û ji perwerdehiyê dûr nekevin, dê tevahiya havînê dewam bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan