Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di DÎSMEK’ê de 4 qursên nû dê werin vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca beşdarkirina geşepêdana pîşeyî û hunerî ya welatiyên li bajêr dijîn, di bin banê DÎSMEK’ê de ji bo çar qursên nû pêvajoya qeydkirinê da destpêkirin.

Di çarçoveya Qursên Huner û Perwerdeya Pîşeyî ya Amedê (DÎSMEK) de ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de tê meşandin; qursên Nexşandina Çîniyê, Çêkirina Bûkikên Hûnandî (Amigurumi), Seramîka Sar û Fon (Şêwazdayîna Por) dê werin vekirin.

Serlêdan dê heta 15’ê Adarê berdewam bikin

Serlêdanên ji bo qursan dê heta 15’ê Adarê werin qebûlkirin. Perwerde dê li Navenda Qursan a Goletliparkê werin dayîn.

Bi perwerdeyên ku dê ji aliyê rahênerên pispor ve werin dayîn, tê armanckirin ku kursiyer hem jêhatîbûna pîşeyî bi dest bixin hem jî beşdarî îstihdamê bibin.

Welatiyên ku dixwazin tevli qursan bibin, dikarin ji bo serlêdan û agahiyên berfireh serî li navnîşana înternetê ya dismek.diyarbakir.bel.tr bidin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan