Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kursa tenîsê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok û ciwanên navbera 8-16 saliyê kursên tenîsa maseyê bêper li dar dixe, rahênerên pispor di van kursan de ciwanan digihînin û wan arasteyî klûbên sporê dikin. Kursa tenîsê dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê Serokatîya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de kursa tenîsa maseyê li dar dixe. Ciwanên di navbera 8-16 saliyê de ji vê kursê sûdê werdigirin û kurs li DEzgehên Şaredariya Bajarê Mezin tên pêkanîn. Rahênerên pispor di van kursan de wezîfeyê dikin. Mebesta kursê ew e zarok û ciwan di waê fîzîkî û sosyal de bi pêş bikevin. Kurs di nava hefteyê de û dawiya hefteyê têne kirin.

Zarok û ciwanên jêhatî arasteyî klûbên sporê tên kirin Kurs bi awayekî bêpere dewam dikin û antrenor zarok û ciwanên serkeftî arasteyî klûbên sporê dikin. Kursa tenîsê di bin banê Dibistanên Spora Zivistanê de dewam dikin û di tarîxa diyarkirî de dê bi dawî werin. Qeyd dewam dikin

Qeydên bo kursa tenîsa maseyê û Dibistanên Spora Zivistanê didomin. Zarok û ciwanên dil heye qeyda xwe bikin, dikarin serlêdana xwe li Sumerparkê li Serokatîya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê bikin. rahênana van kursan dê li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin bêne kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan