Kursîyerên Navenda Jiyana Çalak di pêşbirka xwarinê de bi ser ketin
Li Diyarbekirê fuara “Tehmên Xwecihî û Xwerekan a Gurme 2019” hate pêkanîn kursîyerên bi sendroma down ên li Navenda Jiyana Çalak a Şaredariya Bajarê Mezin beşdarî “Pêşbirka Tehmên Bêasteng” bûn û pileya 1 bi dest xistin.
Li Diyarbekirê, îsal cara 2yan fuara “Tehmên Xwecihî û Xwerekan a Gurme 2019” hate pêkanîn. Kursîyerên bi sendroma down ên li Navenda Jiyana Çalak a Şaredariya Bajarê Mezin beşdarî “Pêşbirka Tehmên Bêasteng” bûn û pileya 1 bi dest xistin. Di pêşbirkê de 7 kursiyer beşdar bûn û kursîyeran meqerne, pîzza, selete, qurabiye û kek pijandin û her weha paqijiya maseyê û ya xwarina pahtinê jî li ber çavan hate girtin. Kursiyerên Navenda Jiyana Çalak di pêşbirkê de bi ser ketin.
Kursiyer ji ber beşdarî pêşbirkeka weha bûn, gelekî kêfxweş bûn û serkeftina xwe bi perwerdekar û malbatên xwe parve kirin.
