Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li 22 mizgeftên Diyarbekirê WC bêpere ye

Bi mebesta welatî li derdora paqij îbadeta xwe bînin cî, bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li 22 mizgeftên Peyas, Baglar, Sûr û Yenîşehrê xebatên tadîlatê hatin kirin û ji vir pê de destav û WCyên mizgeftan dê belaş bin.

Bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Serokatîya Daîreya Karûbarên Fenî ya Şaredariya Bajarê Mezin li mizgeftan xebata tadîlatê meşand. Bi mebesta welatî nimêjên xwe li cihekî pak bikin, Şaredariyê li Peyasê 7, li Baglarê 1, li Yenîşehrê 4 û li Sûrê 10 mizgeftan tadilata WCyan kir û ava germ li destavên mizgeftan dabîn kir. Her weha li WCyên jin û mêran makîneya destzuhakirinê, sabuna ron, destmalên destavê û selikên gelaşê bi cih kirin.

Li van mizgeftên ku tadilata destavên wan hate kirin, tabela hate daliqandin ku êdî destav bêpere ne. Ji vir pê de hemû paqijî û sehbêriya van 22 mizgeftan dê ji aliyê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ve bê bicihanîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan