Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Akademî Lîse û Malên Zanîn dema qeydan e

Li Akademî û Lîse û Malên Zanînê yên bi ser Şaredariya Bajarê Mezin ku bi mebesta piştgiriya perwerdeyê hatine vekirin, dema qeydkirinê dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan ji bo zarok û ciwan di perwerdeya xwe de biserketî bin xebatên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta piştgiriya perwerdeyê Akademî Lîse û Malên Zanînê vekirine, qeydên bo sala perwerdeyê ya 2021-2022’ê dest pê kirin.

Li Mala Zanînê ya Navendî, Mala Zanînê ya Selahedîn Eyyûbî, Akademî Lîseya Sûrê, Akademî Lîseya El Cezerî ya Farqînê û Navenda Ciwanan a Gurbuz a Henê xwendekarên dibistana seretayî, dibistana navîn û dibistana amadehî ku bêpere ji kursan sûdê werdigirin dê dersên Matematîk, Tirkî, Fen û Teknolojî û Îngilîzî bibînin.

Aktîvîteyên çandî û civakî

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bilî dersên gelemperî dê ji bo xwendekarên aktîvîteyên çandî û civakî jî li dar bixe.

Ji bo xwendekar di warê zanistî de bi pêş bikevin jî dê hin wextên destnîşankirî ji bo xwendekaran li ser mijarên cur bi cur konferans û semîneran jî li dar bixe. Her weha turnuvayên werzîşî jî dê bêne pêkanîn.

Li 3 navçeyan Akademî Lîse û Malên Zanînê tên vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin ku li hemû navçeyan xebatên xwe didomîne li Henê û Bismilê Malên Zanînê û li Yenîşehrê jî Akademî Lîse vedike.

Piştî ku xebatên binesaziya Akademî Lîse û Malên Zanînê bi dawî hatin dê di serdema perwerdeya 2021-2022’ê de xwendekaran werbigire.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan