Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Deriyê Ruhayê qewsa mincinîqê hate dîtin

Şaredariya Bajarê Mezin, di xebatên xwe yên restorekirina ser Sûrê Diyarbekirê de qewsên zevirîn ên pêpikên mincinîqê datînin ser, guleyên mincinîqê, zîvên serdema Aqkoyuniyan û gelek serikên tîran ên aydê serdemên cuda cuda vedîtin.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên li ser restorekirina Sûrên Diyarbekirê ku bi şiara “Li Sûran Vejînê Dest Pê Kir” dabû destpêkirin, dewam dike.

Qewsa mincinîqê, serkê tîran û zîv hatin dîtin

Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, di xebatên xwe yên li ser 2 bircên Deriyê Ruhayê ku di sala P.Î. 365-375’ê de ji aliyê Împaratoriya Romê ve hatiye çêkirin de, li tebeqên şaneşînê nêzî 2 ton axa ku giranîyeke ecêb dida ser bedanan rakir.

Xebatên dagirtin û maliştinê bi hesasî di bin çavdêriya pispor û arkeologên ji aliyê Gerînendetiya Muzeyan a Diyarbekirê ve hatine wezîfedarkirin ve tên meşandin, di encama van xebatan de qewsên kevirîn ên mincinîqan, ligel guleyên mincinîqan, gelek zîvên aydê Serdema Aqkoyuniyan û serken tîran ên serdemên cuda cuda hatin vedîtin.

Her weha sîvandeyên ser bircan ên ji bo şirika ava baranan hatine çêkirin jî di encama xebatê de hatin bertave kirin.

Di encama xebatan de hate dîtin ku wê serdemê şopên leyîza mangala ku li kevir hatiye kolan jî, hatin dîtin.

Li ser Sûran rayêxeka xwemalî hate dîtin

Ligel vana li ser bircên hejmar 21 û 22’ê rayêxeke taybet ku xwemalî vê derê ye û heta niha li tu deran nehatiye dîtin, peyda bû. Li banê bircê Heftbira jî rayêxa kevirîn ku berê hatibû dîtin dişibe vê, ev jî nîşan dide ku ev xemleke taybet e bes xasê van sûran e.

Bo 2 mehan dê ji hatûçûna peya û siwaran re bête girtin

Li Deriyê Ruhayê xebat berdewam in û hin deverên birca hejmar 21 û 22’ê dê bêne restorekirin, dibe ku kuç jê bikevin lewra jî bo maweyê 2 mehan dibe ku ev dever ji bo hatûçûna mirovan û ereban bête ragirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan