Li Dersîmê li Erogluyê ketî avê digerin
Ekîba 4 kesî ya noqavîya bi ser Serokatiya Daîreya Îtfaiyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên lêgerîna Engin Eroglu yê otobûsê lêda û kete Çemê Munzurê yê Dersîmê dewam dike.
Şemiyê borî Engin Eroglu yê 28 salî gava dewarên xwe diçêrandin li perrê Çemê Munzurê bagaja otobûsekê lê dikeve û di çem werdibe. Ekîba 4 kesî ya noqavîya bi ser Serokatiya Daîreya Îtfaiyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ligel ekîba AFADê ya Amed û Dersîmê, Şaredariya Dersîm û Ovacikê dest bi xebatên legerîna Eroglu kirin. Ev şeş roj in, xebatên lêgerînê dewam dikin. Ji ber av boş e û verêj rijd e xebat bi zorê tên meşandin.
Her weha Serokatiya Daîreya Îtfaiyê ragihand ku ji bo derxistina ciwanê 18 salî di Çemê Dîcleyê de ekîb paşve hatiye gazîkirin. Piştî ku termê ciwanî hate derxistin dê ekîba hawarê dîsa beşdarî xebatên Dersîmê bibe.
