Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê 174 kargehên xwedî ‘ala spî’ hene

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ku şênîyên bajêr xwerek û zexîreyeke paqij û bi tendurist werbigirin, bi mebesta tenduristiyê pêkanîna “Ala Spî” dewam dike, di sala 2020’ê de di encama sehbêriyan de hejmara kargehên xwedî “ala spî” gihîşte 174’ê.

Ekîbên bi ser Kontrola Xwerekê ya bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, sehbêriya xwe li kargehan didomîne û li gorî krîterên paqijiyê wan seh dike. Sehbêrî li firoşgeh, depo, hilbêrên zexîre û madeyên xwarinê tên kirin. Îsal jî di vê çarçoveyê de kontrol hatin kirin û li gorî asta paqijî û pêkirina bi krîteran alayên bi 3,2 û 1 stêrk dan kargehan.

Bi vî awayî hejmara kargehên xwedî ala spî gihîşt 174’ê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan