Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê cara yekê bazareke sergirtî tê çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî di barîn û germê de bi rehetî karibin lê bazara xwe bikin, cara yekê ye li bajêr bazareke sergirtî çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Baglarê bazara semtê ya sergirtî çêdike, bazar din av wan 10 projeyên bi buhayê 65 milyon û 258 hezar û 581 lîreyî de ye ku 11’ê îlonê Walî Munîr Karaloglu dabûn destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, ji bo welatî ji şertên barînan û germahiyê bandoreke nebaş negirin û karibin di hawireke fireh, paqij de bi rehetî bazara xwe bikin, projeya bazara sergirtî bi pêş xist.

68 standên danûstandinê lê hene

Cara yekê ye li bajêr bazareka sergirtî tê çêkirin, xebatên çêkirina bazara li Bulvara Qamişlo ya navçeya Baglarê dest pê kirin.

Bazara ku dê li ser erdekê 4 hezar û 848 metreçargoşe be 68 dezgehên danûstandinê, kafeterya, jûra kargêrî û zabiteyan û mizgeftekê li xwe digire.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, di nava 120 rojan de dê vê bazara sergirtî amade bike û bide ber xizmeta welatiyan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan