Li otogarê ji sertapê paqijî hate kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, li otogarê (DÎŞTÎ) saetên şevê qad ji gelaşan paqij kir, peyarêk û cade bi ava bişid şûşt, danê sibê jî cihên welatî bi hev re bi kar tînin, ligel camekan û hewzên xemilandinê paqij kirin.
Serokatîya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li otogarê (DÎŞTÎ) ji sertapê xebata paqijiyê da destpêkirin. Ekîban, hatûçûna otobûsan da ber çavên xwe û xebata paqijiyê heta derengiya şevê domand. Di serî de qada wê, ji çop û gelaşan paqij kir. Qenc malişt. Piştî paqijkirina çopan, her der xweşik bi ava bişid hate şûştin.
Spasî li esnaf û welatiyan kirin
Piştî karûbarên paqijiyê ya derengiya şevê, ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, danê sibê jî li nava DÎŞTÎyê karê paqijiyê kir. Berî paqijiyê Alîkarê Walî Remzî Oguz Yilmaz, xîtabî gel kir, got ku otogar neynika bajaran in û xwest ku xebat bi awayekî herî baş bêne kirin.
