Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Rêka 75 Metroyî 3 hezar ton asfalt hat darêtin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hatûçûna siwareyan di rêyên sereke de xweş û asan bibe, li navçeya Peyasê, bo Rêka 75 Metroyî 3 hezar ton qîra germ 10 cm stûr darêt.

Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çêkirina Rêbiwaran a Şaredariya Bajarê Mezin, asfalta germ li ser rêyên sereke dadike. Di çarçoveya xebatên asfaltkirinê de li ser Rêka 75 Metroyî xebatên qîrkirinê bi dulayenî didomin. Xebat meha tebaxê dest pê kirin û heta niha 3 hezar asfalta germ li Rêka 75 Metroyî hate darêtinê. Ji bo hatûçûn asan bibe û konfêra siwariyê berz bibe, asfalt 10 cm stûr tê rêtin.

Xebatên asfaltkirinê li seranserê bajêr didomin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bilî Rêka 75 Metroyî xebatên asfaltkirinê li rêyên xirabe jî dimeşîne. Ekîbên xebata pînekirinê, li ser rêka Nexweşxaneya Lêkolînê xebatên pînekirina qîrê dimeşînin.

Piştî asfaltkirinê dê xebata xêzkêşanê hebe

Erkîbên bi ser Serokatîya Daîreya Veguhastinê piştî ku xebatên asfaltkirinê li Rêka 75 Metroyî bi encam kirin, bi mebesta siwar û peya bi asanî bikaribin rêwibaran bi kar bînin dê xêzên rêyan bikêşin.

Dê xebata asfaltkirinê heta dawiya salê hebin

Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî rewşa keş û hewayê dinyayê dê xebata darêtina asfalta germ bimeşîne, tê çaverêkirin ev xebat heta sersalê bidome.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan