Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Sûrê çaksaziya 11 bêrman hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, çaksaziya 11 bêrmên avdana heywanan ên li gundên bi ser navçeya Sûrê kir û ew dane ber xizmeta gundiyan.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pêşketina heywandariya li gundan ku yek ji serçaviyana sereke ya bajêr e, lig undan xizmetguzariya xwe berdewam dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewariyê, li ser 11 bêrmên avdana heywanan ên li gundên bi ser Sûrê ku berê hatibûn çêkirin, xebata çaksaziyê meşand.

Bi taybetî îsal ji ber hişkesaliyê gundî û cotyar gelek zehmetiyan dikêşin, lewra ekîbên Şaredariyê zend û bend badan û bêrm û lîçên avdanê ku berê çêkiribûn, paqij kirin, kêmasiyên wan çareser kirin û ji bo bêhtir ava tê de bipengire bejna wan heta 4-5 metreyan bilind kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, dê bi xizmetên xwe yên bo piştgiriya cotyaran berdewam be.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan