Li Taxa Aziziye peyarêk tên sehkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Yenîşehrê Taxa Aziziye saxtîya peyarêkan kir ku seyarfiroş û kargeh malên xwe lê datînin û rê li peyayan teng dikin. Şaredariyê dawî li dagirkirina peyarêkan anî.
Seroaktîya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr, raçavîya xwe dijî dagirkirina peyarêkan didomîne. Ekîbên zabiteyê, gilîyên welatiyan dan ber çavan û li Taxa Azziye ya Yenîşehrê dagirkirina peyarêkan ji aliyê seyarfiroş û kargehan ve bi dawî kir.
Li ser hin raçaviyan, hate destnîşankirin ku li taxa Aziziyeyê seyarfiroş û hin dukanan peyarêk dagir kiriye û kelûpelên xwe lê danîne, lewre peyarêk ji hatûçûna mirovan re teng bûne. Ekîbên zabiteyê, da zanîn ku ev dagirkerî dijî yasayên şaredariyê ye û ji firoşkaran xwest ku wan kelûpelên xwe ji ser peyarêkan bihilînin. Hinek seyarfiroşan paxav bi hişyariyan nekir, zabiteyê jî ceza li wan birî û kelûpelê wan da hilanîn.
Serokatîya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarekî birêkûpêktir û jiyaneke xweştir dê raçaviyên xwe bidomîne.
