Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Taxa Habeşî xebata paqijiyê ya berfireh hate kirin

Xebata ku li ser daxwazên welatiyan hate destpêkirin, bi rengekî kordînekirî di gel Şaredariya Rezanê hate birêvebirin. Tîman li ser şeqam, rê û derdora avahiyên li taxê de xebata paqijkirina bermayiyên kombûyî meşandin.

Nêzîkî 40 xebatkarî wezîfe girt

Rêvebirê Şaxa Bermayiyên Hişk ê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Mehmet Baran, derbarê hûrgiliyên xebatê de zanyarî dan û diyar kir ku tîman danê sibehê saet di 06.00’an de dest bi xebata paqijiyê kirine.

Baran anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rezanê bi hevkarî li taxê pêngava paqijiyê dimeşînin û derbarê xebatê de ev tişt gotin:

"Di çarçoveya daxwaza gelê TOKÎyê û rêveberiyê de, me di gel Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rezanê plansaziya pêngava paqijiyê li TOKÎya Habeşî kir û sibehê saet di 06.00’an de me dest pê kir. Di vê çarçoveyê de nêzîkî 40 xebatkar, 2 wesayîtên şûştina rêyan, wesayîteke paqijiyê û wesayîteke berhevkirina bermayiyan hene û em hatine ku li Taxa Habeşî xebatê bimeşînin."

Bermayiyên ku ji mêj ve kom bûbûn tên berhevkirin

Baran destnîşan kir ku armanca wan berhevkirina bermayiyên ku ji mêj ve li herêmê kom bûne û bandoreke neyînî li jîngehê dikin, û diyar kir ku xebatên paqijiyê yên li taxê dê bi biryardarî berdewam bikin. Di çarçoveya xebatê de, tîman hewldaneke mezin dan ber hev da ku ew bermayiyên dibin sedema gemarîkirina jîngehê berhev bikin û di heman demê de şeqam û rêyan bişûn, da ku li taxê jîngeheke paqijtir û saxlem deynin holê.

Ji bo şêniyên taxê banga hesasiyetê

Baran ji bo paqijiya jîngehê bang li şêniyên taxê kir û bal kişand ser wê yekê ku ji bo encamên domdar ji van xebatan bên girtin, paqijxistina hundir û derdora avahiyan gelekî girîng e. Baran daxwaz kir ku bermayî li cihên diyarkirî û di saetên berhevkirina çopê de bêne hiştin û bendewariya xwe bi van gotinan anî ziman:

"Ji gelê Habeşî daxwaza me ya taybet di vê mijarê de ev e; ku hundir û derdora avahiyên xwe heta ji wan tê paqij bihêlin. Em ji gelê Habeşî hêvî dikin ku her cûre bermayiyan neavêjin ser şeqam û rêyan, bi taybetî nexin derveyî konteyneran û derveyî saetên berhevkirina çopê nehêlin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan