Li Taxa Tepe ya Çermûgê xeta ava vexwarinê û ya kanalîzasyonê hat temamkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Tepe ya navçeya Çermûgê 650 metre xeta kanalîzasyonê ava kir û xeta ava vexwarinê ya 900 metreyî nû kir.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêkên kanalîzasyon û ava vexwarinê yên ku ev demeke dirêj e li Kolana Îsmail Turan û Kuçeya Gorkemê yên li Taxa Tepe ya navenda navçeya Çermûgê hene, xebateke jêrxaneyê meşand.
Di çarçoveya xebatan de ku ji aliyê Rêveberiya Şaxê ya Çermûgê ve hatin meşandin xeta nû ya kanalîzasyonê ku dirêjahiya wê 650 metre ye hat danîn. Ji bo ku pêvajoyên xebitandin, kontrol û lênêrîna xetê bi rengekî ewledartir werin meşandin, li ser guzergehê 10 bîrên kontrolê (mûayene) hatin çêkirin. Bi xeta nû re pirsgirêka kanalîzasyonê ku nêzî 15 salan e li taxê heye, hat çareserkirin.
Xeta kevn a ava vexwarinê hat nûkirin
Xeta ava vexwarinê ku dirêjahiya wê 900 metre ye û li herêmê dibû sedema neasaziyên zêde, di çarçoveya xebatê de hat nûkirin. Bi xistina dewrê ya xeta nû re xetereya qutbûna avê ya ji ber neasaziyan hat kêmkirin û ewlehiya xebitandina torê ya ava vexwarinê hat zêdekirin. Ji van xebatan rasterast 29 malbat û 174 welatî sûd werdigirin, di heman demê de di plana jêrxaneyê de avahîsaziya nû ku dibe ku li herêmê ava bibe jî hat berçavgirtin. Bi vê yekê re, ligel peydakirina hewcedariya heyî, kapasîteyeke jêrxaneyê hat çêkirin ku bersivê bide daxwazên girêdanên nû ku di serdemên pêş de derkevin holê.
Plana jêrxaneyê hewcedariya herêmê ya paşerojê jî girt nav xwe
Şefê Qadê yê Rêveberiya Şaxê ya Çermûgê Selam Turan diyar kir ku di plana xebatê de rêveberiya jêrxaneyê ya demdirêj hat terxankirin. Turan anî ziman ku divê sîstemên jêrxaneyê bi geşedana paşerojê ya qadên werin avakirin re werin nirxandin û wisa got:
“Di karûbarê ku me li Taxa Tepe kirî de, me ligel çareserkirina pirsgirêkên heyî, barê ku avahîsaziya nû dikare çêbike jî di nav nirxandina teknîkî de cî girt. Xeta ava vexwarinê ya hat nûkirin ewlehiya torê zêde dike, xeta nû ya kanalîzasyonê jî dê tevkariyê li kêmkirina xetereyên hawîrdorî û tenduristiyê bike. Ev nêzîkatî dê derfetê bide ku jêrxane temendirêjtir bibe û wekî sîstemeke birêvebirî bixebite.”
