Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mala Rojê xwendekarên zanîngehê pêşwazî kirin

Mala Rojê ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin yek ji serçaviya enerjiya xwenûker e her sal bi hezaran kes serdana wê dike, xwendekarên Beşa Endezyariya Elektrîkj Elektronîkê ya Zanîngeha Batmanê pêşwazî kirin.

Mala Rojê ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin her sal mêvandariya bi hezaran kesî dike, ev mal nimûneya enerjiya xwenûker ya berrojê ye, vê carê xwendekarên Beşa Elektrîk Elektronîk a Zanîngeha Batmanê serdana Mala Rojê kirin. Sibê û nîvro bi giştî 260 kes bi mebesta perwerdeyê serdana vê malê kirin û di serdanê de der barê bikaranîna enerjiya tavê de agahî hatin dayîn.

Wek tê zanîn, şaredariya bajarê mezin, li Sumerpark û otogarê jî GES saz kirine û Mala Rojê jî sertapê bi enerjiya rojê kar dike û di agahdarkirinê de ji xwendekaran re hate gotin ku bi vî awayî hem pêdiviya enerjiya ronîkirinê tê bidestxistin hem jî zirara aborî û suriştî nayê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan