Mala Zanînê, Roja Mafên Zarokan pîroz kir
Şaredariya Bajarê Mezin, “20’ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê” ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye destnîşankirin, ji aliyê şagirtên Mala Zanînê ve bi hin bernameyên cur bi cur hate pîrozkirin.
Şagirtên Mala Zanînê ya bi ser Midûrtiya Şaxa Ciwanan a bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, 20’ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê pîroz kir. Di bernameyê de şagirt û mamoste amade bûn, di bernameyê de tevdîrên koronayê li ber çavan hatin girtin. Mamosteyan der barê roja zarokan a ji aliyê Neteweyên yekbûyî ve hatiye qebûlkirin, agahî dan.
Di pîrozbahiyên Mala Zanînê de, der barê roja zarokan a cîhanê de stran û helbest hatin xwendin. Klûba Dramayê bo boneya 20’ê Mijdarê şanoyek pêşkêş kir û şagirtan bi nivîs û wêneyan der barê giringiya rojê de hestên xwe anîn ziman.
Di dawiya bernameyê de Şaredariya Bajarê Mezin, diyariyên cur bi cur dan şagirtan û ji ber lidarxistina vê bernameyê spasiya amadekarên bernameyê kirin.
