Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Malên Bêhnvedanê tên çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, di karê lêkirina “Mala Bêhnvedanê ya Navenda Venêrtina Bi Roj” de ku ji bo dê û bavê zarokê wan ê astengdar heyî karibin zaroka xwe deynin vir de, gihande ber qedandinê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hêsankarî di jiyana astengdaran de çêbe û piştgiriya malbatên wan bike xebatên xwe didomîne.

Çawa ku walî Munîr Karaloglu dest bi wezîfeyê kir ji bo çareserkirina kêmasiyên li bajêr daxwaz ji Şaredariya Bajarê Mezin kir ku ji bo astengdaran “Mala Bêhnvedanê ya Navenda Venêrtina Bi Roj” bide avakirin, şaredarî jî ket nav tevgerê.

Ji sedî 95’ê avahiyê amade ye

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, li navçeya Yenîşehir û Peyasê du avahî diyar kirin û ji bo pêdiviyên astengdaran bînin cih ew wek Mala Bêhnvedanê terxan kirin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî ji sedî 95’ê xebatên lêkirinê qedandin û tê plankirin di meha pêş de Malên Bêhnvedanê bên vekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan