Mizrakli berhemên Atolyeya Hunerê venêrtin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, berhemên ku Atolyeya Hunerê ku bi ser Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan e û ji bermahiyên avêtinê çêdike, seh kirin û park û duryanên ku peyker û kereseyên peyzajê yên çêkirî lê hatine danîn, venêrtin û der barê wan de bîr û boçûnên xwe parve kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, berhemên ku Atolyeya Hunerê ku bi ser Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan e û ji bermahiyên avêtinê çêdike, seh kirin û park û duryanên ku peyker û kereseyên peyzajê yên çêkirî lê hatine danîn, venêrtin û der barê wan de bîr û boçûnên xwe parve kirin. Mizrakli bal kişand ku ev berhemên ji kereseyê avêtinê tên çêkirin û bi awayê hunerî têne xebitandin gelekî giring in û ji ber rasthatina 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê jî xweşhaliya xwe derbirî û ev roj li xebatkaran pîroz kir.
Mizrakli, bi xebatlaran re şêwirî ka ev kereseyê avêtinê li kê derê bête berhevkirin û xwest ku li meydana berhevkirinê jî xebatên ronîkirin, duryan, trafik bo peya û siwareyan bête dabînkirin.
Mirakli, çopên li parkê berhev kirin
Mizrakli, der barê Parka Hafiz Akdemîr ku dê li navçeya Peyasê bête çêkirin de jî bi xebatkaran re bîr û raya xwe parve kir û çopên li derdorê kom bûbûn jî, berhev kirin. Mizrakli, gelê ku li parkê digeriya jî pê re axivî û xweşhaliya xwe anî ziman. Mizrakli her weha Bulvara Firat û Bulvara Mezopotamyayê jî venêrtin.
Mizrakli, li Bazara Organîk ku bi destê Şaredariya Bajarê Mezin hatiye danîn geriya, û bernameya xwe ya li Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan bi dawî anî û derbasî qadên din ên xebatê bû.
