Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Bi 32 wesayit û 162 xebatkarî derman tên reşandin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, diyar kir ku ew ji bo welatî cejneke xweş derbas bikin dixebitin û got ku bi 32 wesayitan û 162 xebatkaran rojê du wardiye karê dermankirinê tê kirin û got ku 238 otobûsên şaredariyê jî di xizmeta welatiyan de xizmeteka bêpere dikin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, bi daxuyaniyekê got ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatî cejneke xweş derbas bikin dixebite û der barê xebatên cejnê de agahî dan.

Mizrakli bi pîrzokirina cejna xelkê Amedê dest bi axaftina xwe kir û got, “Şaredariya me mîna her qadê di qada veguhastin, paqijî, xizmetên hawirdorê û dermankirinê de xebatên xwe bêrawestan dimeşîne. Roja serî ya eydê Şaredariya me bi 238 otobûsan xizmeta siwariya bêpere ji bo welatiyan anî cih. Roja duyê jî heman xizmet dê dewam bike. Li park û baxçeyan zêdetirî 200 xebatkarên me li ser kar in. Hûn dikarin biçin parkan û kêmasiyan ji me re bibêjin. Di karê paqijiyê de 240 hevalên me dixebitin. Kuçe, kolan û rê tên şûştin û maliştin, xebata me bi şev û bi roj berdewam dike.”

Karê dermankirinê bi du wardiye didome

Mizrakli behsa xebatên dermankirinê jî kir û got, “Ji bo dermankirinê jî bi 32 wesayitan rojê bi cot wardiye yanî hemabê bi 64 wesayitan 162 xebatkar karê dermankirinê dimeşînin. Divê mirov zêde muxadele li hevsenga xwezayê neke, tenê dermanên ji bo zindiyên bi zirar tên bikaranîn. Xebatên me di wê çarçoveyê de ne. Perperik bê zirar in, çi derdê me bi perperikan re nîn e, ew jî xwerekê zindewarên dîtir in. Bila ev vejn ji bo her kesê aramî, ewlehî, aştî û biratiyê bîne. Cejna we dîsa pîroz be.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan