Mizrakli bi endamên DÎMEKê re
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ligel endamên DÎMEKe hevdîtinek pêk anî.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ligel endamên DÎMEKe hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin li Mala Aşê DÎNGê hate kirin. Mizrakli, kêfxweşiya xwe bi hevdîtinê anî ziman û der barê xebatên komelê de agahî wergirtin. Komela DÎMEKê berî şeş mehan hatiye damezrandin û bi karê danasîna muxteba bajêr, şûnwarên dîrokî turîstîk radibe.
Mizrakli ligel endamên DÎMEKê li ser potansiyela turîzma bajêr hevdîtin kir û bal kişand ser ku divê ew turîzmê bi her awayî bigirin dest. Mizrakli diyar kir ku çawa ew hatine ser wezîfeyê wan giringî daye xebatên ser rêgeha Deriyê Mêrdînê û Pira Qabê û got ku ew ê bi wan pirtûkên wek diyarî hatine “Kuçeya Pirtûkan” damezrînin. Mizrakli da zanîn ku li Kuçeya Pirtûkan nivîskar dê bi xwendeyên xwe re hevdîtinan bikin û ev yek dê rûyekî nû yê zana bide bajêr.