Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli bi gel re fitara xwe kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ji bo fitarê berê xwe da konê li ber Nexweşxaneya Lêkolînê û bi xelkê re fitirî. Li vir Şaredariya Peyasê her fitarê şîva 4 celeb dide 750 kesî.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ji bo fitarê berê xwe da konê li ber Nexweşxaneya Lêkolînê û bi xelkê re fitirî. Li vir Şaredariya Peyasê her fitarê ji bo nexweş û xizmên nexweşan şîva 4 celeb dide 750 kesî.

Di bernameya Mizrakli de Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz û endamên meclisa şaredariyê jî amade bûn. Mizrakli berî wexta fitarê gihîşte bin konê fitarê û bi eleqeyeka germ a gel hate pêşwazîkirin. Mizrakli pîrozbahiya xelkê qebûl kir û ji ber eleqeya zêde spasiya xelkê kir. Mizrakli got ku ew ê layiqê xelkê xwe bin.

Mizrakli, berî fitarê xwarina xwe wergirt û bi xwendina bangî re bi welatiyan re fitara xwe kir. Piştî fitarê Mizrakli bi welatiyan re sohbet kir û wêne girtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan