Mizrakli: Bila şofêrên otobûsan baldartir bin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, sehetî li Midûrtiya Kargêriya Otobûsan a Serokatiya Daîreya Veguhastinê kir û got ku divê şofêr di danûstandina xwe ya gel rêwiyan de baldartir tevbigerin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, sehetî li Midûrtiya Kargêriya Otobûsan a Serokatiya Daîreya Veguhastinê kir û bi xebatkaran re hevdîtinek pêk anî. Mizrakli 1ê Gulanê Roja Kedkaran li xebatkaran pîroz kir û otobüs seh kirin. Mizrakli bal kişand ser xwendekaran û got ku bila xwendekar neyên mexdûrkirin, lewra jî divê hejmara otobûsên nav kampûsa Zanîngeha Dîcleyê ku bêpere xizmetê didin, bê zêdekirin.
Dê perwerdeya kontrola hêrsê û têkiliya bi gel re bidin şofêran
Mizrakli, diyar kir ku divê şofêr di têkiliya xwe ya bi rêwiyan re baldartir bin û ji bo xizmeteka hêj baştir dê perwerdeya kontrolkirina hêrsê û çawaniya têkiliya gel xelkê bidine şofêran. Mizrakli bal kişand ku ew xizmeta cemaweriyê dikin, lewra divê hemû xebatkar di vî warî de baldar bin. Mizrakli, da zanîn ku kesên di karûbarên cemaweriyê de dixebitin heqê wan nîn e xwe aciz bikin û got ku divê şofêr bi vê hişmendiyê tevbigerin. Mizrakli xwest ku her dem hişyarî li şofêran bête kirin û got ku şofêran divê hay ji cil û berg, axaftin û têkiliya xwe a bi gel re bin.
Mizrakli, cihê xurdeyan seh kir
Mizrakli, piştî ku kar û barên xwe li Serokatiya Daîreya Veguhastinê bi dawî kirin, berê xwe da cihê xurdeyan li Yenîşehrê. Mizrakli, der barê xebatan de agahî ji xebatkaran wergirt û xwest kêmasiyan bi dawî bikin. Mizrakli cihê xurdeyan seh kir, xwest parçeyên lastîkên otoyan bên rakirin û got ku lastîkên otoyan dikarin di Atolyeya Hunerê de bi mebesta veberanînê bên bikaranîn.
