Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli bo bexşandinê xwîn da

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, bi mebesta hişmendîya dana xwînê di nav civakê de berbelav bibe, xwîn da.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, bi mebesta hişmendiya dana xwînê di nav civakê de berbelav bibe, li Wesayita Bexşandinê Xwînê ya li ser Cadeya Ekîncilera Ofîsê xwîn da. Endamên meclisê jî beşdarî vê bexşandina xwînê bûn û destxweşiya xebatkarên xwînwergirtinê kir.

Mizrakli der barê xebatên di wesayita bexşandina xwînê de agahî wergirtin û pişt re forum dagirt û derbasî aliyê muayenê bû. Mizrakli li vê derê tansiyona xwe wergirt û paşê bo xwînê bide ser sedyê raza.

Mizrakli unîteyek xwînê bexşand û paşê sode îkramî xebatkarên Kizilayê kir. Mizrakli fêr bû ka rojê çend kes bexşa xwînê dikin û der barê vê mijarê de bi xebatkaran re şêwirî.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan