Mizrakli boneya îdê serdana Partiya Saadetê kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, bi boneya Cejna Qurbanê serdana Nivîsgeha Partîya Saadetê ya Amedê kir û got, heke kêmasiyeke me hebe, 1 milyon û 730 hezar niştecihên vî bajarî raçaviya me dikin û nahêlin em xeletiyan bikin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, bi boneya Cejna Qurbanê serdana Nivîsgeha Partîya Saadetê ya Amedê kir. Mizrakli ji aliyê rayedarên partiye Alican Ergin û Bulent Kaya ve hate pêşwazîkirin.
Di Salona Civînan de aliyan cejna hevdu pîroz kir û Mizrakli weha axivî, “Em hemû parçeyên yekûnekê ne. Em xizmên hev in, cîran in, dost in û kirîvên hevdu ne. Belê. Dibe ku em di bin banê partiyên cuda de bin lê ev nayê wê maneyê ku em dûrî hev bin. Çimkî metirsî û hêviyên me hevbeş in, em gava hatin cem hev dikarin van çareser bikin. Me li vê derê her dem ev germahî dît. Carina me nezîre li hevdu kirin lê me ew bi zimanekî munasîb kir. Heye ku kêmasî û xeletiyên me çêbin, hingê 1 milyon û 730 hezar kes raçaviya me dike. Yek ji van jî hûn in. Em xebata xwe ser vê esasê dimeşînin. Dawiya dawî bi vî awayî em pak dibin û kêmasiyên xwe rast dikin.”
Mizrakli diyar kir ku divê îd û cejn bi ruhê îdê û di çarçoveya baweriya rastîn de bên pîrozkirin û got, “Divê em cejn û îdê ji navgînên qewmî derêxin. Ji roja Cejna Qurbanê hatiye pîrzokirin û vir ve, cara ewil çawa û bi çi mebestê hatibe pîrozkirin, divê li ser wan riknan bête pîrozkirin. Di rastiya xwe de îd, ne mebesta tatîlê ye, îd ji bo hevgirtin, seradan, lêknêzikbûna mirovan têne pîrozkirin. Mebesta wê ew e da ku bawerî û îman geş û xurt bibe. Lewre divê em ser vî ruhî cejnan pêşwazî bikin. Ji dil û bi dilsozî.”
Heçî rayedarên Partiya Saadetê jî, kêfxweşiya xwe bi vê seredanê anî ziman û spasiya Mizrakli û endamên meclisê kir, şekir û kolanya îkramî wan kir.
