Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli cejna DÎSKÎyê pîroz kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel alîkarên Sekreterê Giştî û endamên meclisê, serdana DÎSKÎyê kir û cejna wan a borî pîroz kir.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel alîkarên Sekreterê Giştî û endamên meclisê, serdana DÎSKÎyê kir. Mizrakli, xebatkarên DÎSKÎyê li ber derî pêşwazî kirin û cejna wan a borî pîroz kir. D serdanê de ligel Mizrakli, alîkarên Sekreterê Giştî, endamên meclisa şaredariyê û Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Zekî Kantarci jî amade bûn.

Mizrakli, kedkarên DÎSKÎyê di derî de bi şekir û gulavê pêşwazî kirin û di xebatên wan de serkeftin xwest û cejna wan pîroz kir. Mizrakli diyar kir ku ew lê dixebitin xizmeteka baş û bi erzanî bo aramî û bextewariya xelkê Amedê bikin û xwest ku cejn bi xwe re aştî û biratiyê bîne.

Hevşaredar Mizrakli piştî pîrozkirina cejnê, li avahiya xizmetê ya DÎSKÎyê geriya û ligel Midûrê Giştî Kantarci û rayedaran der barê xebatan de civînek pêk anî.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan