Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli çû eyda goristan û malbatan

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, di roja 1ê ya Cejna Qurbanê de çû serdana Goristana Deriyê Mêrdînê û bi malbatan re hevdîtinek kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel parlamnetera HDPê Remziye Tosun, Hevserokê HDPa Amedê Hulya Alokmen Uyanik, Zeyat Ceylan û endamên meclisa şaredariyê, çû serdana Goristana Deriyê Mêrdînê û serdana mezelê Vedat Aydin kir. Serdana goristanê de dua hatin xwendin, şandeya hevşaredar û hevserokan serxweşî di kekê Vedat Aydin Veysi Aydin dan, axaftin kirin û qurnefîl danîn ser gorê.

Serdana goristanê sibê zû pêk hat û Hevşaredar Mizrakli seha gorên din jî kir û da ber dilê xelkê wir û Cejna Wan a Qurbanê pîroz kir. Her weha şaredariya bajarê mezin li derwazeya goristanê stant danî û niştecihên tên serdana mezelên xwe bi şekir û gulavê pêşwazî kirin.

Mizrakli gel malbatan axivî

Hevşaredar Mizrakli piştî serdana goristanan, li navçeya Peyasê serdana malbata Polat û İldan kir, li Baglarê sedana malbata Han, Okan, Kaplan, Dede û Işiktaş kir û eyda wan pîroz kir. Di serdanê de endamên meclisa şaredariyê jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan