Mizrakli çû ser goristanan
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdana Goristana Yenîkoy û Goristana Şehîtlixê kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdana Goristana Yenîkoy û Goristana Şehîtlixê kir. Di serdana goristanan de li gel Hevşaredar Mizrakli, parlamenter Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogullari, rêveberên HDP û DBPê û endamên meclisa şaredariyê jî amade bûn.
Mizrakli û kesên pê re qurnefîl danîn ser mezela kesên giyana xwe ji dest daye û cejna malbatên wan pîroz kir. Mizrakli çendekê bi malbatên çûn ser mezelan re sohbet kir û qurnefîl danîn ser gora Cîhan Denîz û Husnu Ablay jî. Her weha Mizrakli mezelên bêxwedî jî ziyaret kirin û qurnefîl danîn ser û xwest ku ekîbên Şaredariyê van gorên bêserober biserber bikin.
