Mizrakli di cenazeyê Doç.Dr. Hilmi İsi de
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, beşdarî merasîma cenzayê Serokê Beşa Bingehîn a Tipa Biyolojî ya Zanîngeha Dîcleyê Doç.Dr. Hilmi İsi bû û sersaxî li malbata İsi kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, beşdarî merasîma cenzayê Serokê Beşa Bingehîn a Tipa Biyolojî ya Zanîngeha Dîcleyê Doç.Dr. Hilmi İsi bû û sersaxî li malbata İsi kir. İsi, di encama krîza dil de giyanê xwe ji dest da û ji bo İsi li Dekantiya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hate pêkanîn û Hevşaredar Mizrakli tê de amade bû.
Mizrakli, di merasîma cenazeyî de axivî û behsa Hilmî Îsi kir. Mizrakli sersaxî li malbata İsi kir û got ku ew ê bi berhemên xwe di dilê me de bijî.
