Mizrakli di pîrozbahiya cejnê de
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, beşdarî bernameya pîrozbahiya cejnê ya HDPê bû û cejna welatiyan pîroz kir.
Partiya Demokratîk a Gelak (HDP) a Amedê li avahiya bajêr pîrozbahiyeka cejna Remezanê li dar xist. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, beşdarî bernameya pîrozbahiyê bû û cejna welatiyan pîroz kir. Di pîrozbahiyê de ligel Mizrakli rêveberên HDP û DBPê, parlamenter, şaredarên navçeyan û qebalek welatî amade bûn.
Mizrakli ligel parlamenterên HDPê û rêveberan pêşwaziya xelkê bajêr kirin û cejna wan pîroz kirin. Mizrakli şekrok û gulav îkramî welatiyan kir û xwest ev cejn bi xwe re aştî, azadî û xwişk û biratîyê bîne.
