Mizrakli di Sempozyûma Avasazî û Bajêr de
Odeya Avasazan a Amedê “Bo Bîranîna Tahir Elçî Sempozyûma Avasazî û Bajar a Amedê” li dar xist, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli beşdarî sempozyûmê bû, tê de axivî, “Şûnpêyên erda hûn lê dijîn û mîrateya çandî ya li wir çend pê re aş bin, hûn ê ewqas wê di dilê xwe de his bikin û ji bo wê bikevin nav hewldanan.”
Odeya Avasazan a Amedê ku bi ser TMMOBê ye, “Bo Bîranîna Tahir Elçî Sempozyûma Avasazî û Bajar a Amedê” li dar xist, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, Serokê Giştî yê Jûra Avasazan Eyyup Muhcu, Hevşaredarê Batmanê Mehmet Demîr, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, hevşaredarên şaredariyên navçeyên navendî, Serokê Şaxa Amedê yê Odeya Avasazan Şerefhan Aydin, akademisyen, nûnerên saziyên civaka sîvîl û plansazên bajêr beşdarî sempozyûmê bûn.
Sempozyum bi axaftina Serokê Şaxa Amedê yê Odeya Avasazan Şerefhan Aydin, Serokê Giştî yê Odeyê Eyyup Muhcu û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli dest pê kir. Mizrakli, bi bibîranîn Tahir Elçî dest bi axaftina xwe kir û got, “Di dilê me hemûyan de şîneke nîvçe heye, xemeke nîvçe. Gava rûbirûbûn çêbû û rastî hate ronkirin, belkî ew şîn jî, ew nihar jî bi dawî bibe.”
Mizrakli, gava behsa Tahir Elçî kir, xemgîn bû û di dawama axaftina xwe de behsa giringiya arkeolojiyê kir û xwest ku bala ciwanan bidin ser arkeoloji û antropolojî. Mizrakli weha axivî: “Şûnpêyên erda hûn lê dijîn û mîrateya çandî ya li wir çend pê re aş bin, hûn ê ewqas wê di dilê xwe de his bikin û ji bo wê bikevin nav hewldanan. Çawa ku stranên pêşîyan, çîrok û serpêhatiyên wan ji zar bo zarî tên veguhastin û xwe li nik we digirin, her weha şûnpêyên raboriyê jî wisa dibin bermayî û ji bo we pîroz dibin. Îro li Sûrê ne tenê dîrok û çand hatiye wêrankirin bîrek hatiye hilweşandin. Ferqa di navbera kevneşopiyên gelên otokton/xwecihî û têgihîştina serdest a barbar de dest pê dike.” Mizrakli, bi helbesteka Ahhmed Arîf dawî li axaftina xwe anî.
Piştî axaftinan ji aliyê Serokê Giştî yê Jûra Avasazan Eyyup Muhcu ve ji bo hevjîna Tahir Elçi, Turkna Elçiyê plakêtek hate rabekirin.
