Mizrakli: Divê bi aqilê hevpar tevbigerin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Engin Yeşîl û endamên deteya rêveber pêşwazî kirin û got, mekanizmaya wan a rêveberiya xwecihî dê hemû gel li xwe bigire û bi saziyên civaka sîvîl re bi aqilekî hevpar tevbigerin û çi pêwist be dê wê bikin.
Serdana saziyên civaka sîvîl bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli berdewam dike. Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Engin Yeşîl û endamên deteya rêveber serdana Mizrakli kirin û di kar û xebata wî de serkeftin jê re xwestin.
Li ser navê şandê Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Engîn Yeşîl axivî û got, “Ligel hemû pêkutî û zordestiyê bo vê serketinê em cenabê we û gelê xwe pîroz dikin.” Mizrakli jî spasiya mêvanan kir û got, “Me demeke giran li pey xwe hişt. Her civak, her gel çetîniyan dibîne lê divê mirov bikaribe wan li pey xwe bihêle. Ji bo wê aqilekî hevpar, helwesteke hevgirtî pêwist e. Em hemû wisa bawer dikin ku dê baştir be, hêviya başbûnê bi me re heye.”
Mizrakli bal kişand ku divê rêveberiya xwecihî hemû gel li xwe bigire û bi rêxistinên civaka sîvîl re bi aqilekî hevpar tevbigere. Mizrakli weha got, “Gava em rêveberiya xwecihî dibêjin divê ser bingehê partiyê û bi çarçoveya politikaya partiyê neyê famkirin. Vê derê ye rêveberiya xwecihî ye, partî nîn e, mala her kesî ye. Divê gotina her kesî li vê derê paxavpêker be.”
‘Kêmasiya me bibêjin, me efû nekin’
Mizrakli bal kişand ser giringiya rêveberiya xwecihî û got, “Hin demên me vala çûn, me xusar kir û ji bo çi tiştî dereng nîn e. Divê em xwe bidin hev û em bi hev re kêşeyan çareser bikin. Gava kêmasiya me çêbû, ji me re bibêjin û me efû nekin. Çimkî ev yek mirovî xurt dike.”
Piştî hevdîtinê Yeşîl û şandeya pê re pirtûk diyarî Mizrakli kirin.
