Mizrakli: Divê dîrok li bin erdê nemîne
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, sarinca avê ya bin erdê ya Mizgefta Mezin venêrt û got ku qadên dîrokî yên li ber jinavçûnê ne divê bêne derxistin û ji civakê re aşkere bibin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel serekên daîreyan saxtî li sarinca bin erdê ya Mizgefta Mezin kir. Vê sarinca avê dîrokeke dirêj heye. Mizrakli dakete sarinca bin erdê û got ku ew didin dû şopa bîra bajêr. Mizrakli diyar kir ku li semta Navsûra Amedê gelek sarinc û bîrên binerdê hene û weha got, “Divê em li dû raboriyê bikevin. Dîrok bi awayekî kronolojik nîşanî me dan. Xasma dîrok bêyî antropolojî û arkeolojîyê nayê ronîkirin. Divê em wan qadên dîrokê ku rûbirûyê jinavçûyinê ne derxin pêş û ronî bikin.”
Piştî saxtîya li sarinca avê ya bin erdê Mizrakli gel turîstên xwecihî rûnişt û wêneyeka bîrhatinê kişand. Mizrakli li ber Mizgefta Mezin gel welatiyan xweşbêj kir, qasekê guhdarîya stranbêjên zarok ên kuçeyan kir û destxweşiya wan kir.
