Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Divê em li kêmasiyan nealiqin û li siberojê binêrin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Serokê DÎSÎADê Burç Baysal û endamên desteya rêveber pêşwazî kirin û got, divê em zêde xwe di kêmasiyên du sal û nîvên qayûm de asê nekin û bi civakên xwedî hêvî re bên cem hev û berê xwe bidin siberojê.

Serokê DÎSÎADê Burç Baysal û endamên desteya rêveber Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û ew pîroz kir. Mizrakli ji ser serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya mêvanan kir.

Serokê DÎSÎADê Burç Baysal diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ku careke din serdana Şaredariya Bajarê Mezin dikin û got, “Piştî wê pêla antidemokratik dîsa rêveriya xwecihî ketiye destê rêveberiyeka sîvîl. Ev ji bo me gelekî bi nirx e. Giring e ku sazîyek ser daxwazên gelê xwe be. Lewre pêdivî bi xebatên demdirêj heye. Demeka dirêj navber kete xebatên me. Niha ji bo pêşxistin û veguherandina bajêr em ê demeke dirêj bi hev re bixebitin. Me hemûyan ezmûnên borî hene, divê em dersê wan bigirin û bo geşedan û pêşketina bajêr bi hev re mil bidin ber mile hevdu.”

Hevşaredar Mizrakli bal kişand ku heke warek mirovan bikêşe xwe, heke hêz, aqil, bermayî, hesta mirov derbixe pêş ew war xweşkûk dibe û got, “Hingî we bivê ji xwe re baregehan çêkin. Hez kin tê de ji xwe re qesr û qonaxan çêkin. Seraya herî xweşik a mirovan ew e ku mirov bibîne xelk gel mirovî ye. We ev kêfxweşî da me.”

Mizrakli da zanîn ku çendî wext ketibe navberê jî ji bo çi tiştî dereng nîn e û got, “Rêveberiyek derî daxwaza xelkê bajêr li ser kar bû. Divê em xwe zêde bi vê asê nekin û berê xwe bidin siberojê. Divê em li vê derê tenê bi karê xwe mijûl nebin, ligel wê divê em bi pirsgirêkên madî û manewî yên derdora xwe re jî têkildar bin, ligel wê divê em metirsiyan dagerînin hêviyan. Vê saziyê gelek nirx dane vî bajarî. Lewre jî çênabe rêvebirina bajêr bêyî rêveberiyên xwecihî bê meşandin.”

Komela Siwêregiyan serdana Mizrakli kir

Komela Sêwiregiyên Amedê serdana Hevşaredar Mizrakli kir û di xebata wî de daxwaza serkeftinê lê kir. Mizrakli mêvanên xwe li ber derî pêşwazî kirin û ji ber hevgirtin û dilsoziya mêvanan spasiya wan kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan