Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Divê em zêdetir bixebitin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, gel Serokê Komela Mermervan û Madenvanên Amedê Zeki Tutal û endamên desteya rêveber re hevdîtinek pêk anî.

Serokê Komela Mermervan û Madenvanên Amedê (DÎMAD) Zeki Tutal û endamên desteya rêveber serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir û daxwaza serkeftinê lê kir. Mizrakli kêfxweşiya xwe serdanê derbirî û spasiya Tutal û şanda pê re kir.

Mizrakli diyar kir ku bajêr di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û piştî vê zehmetiyê îradeya gel dîsa bi ser ket û got, “Em ê biryardariya xwe di vî warî de nîşan bidin. Heke em hatibin em ê gotina xwe bînin cih. Heke hinekên din saetekê bixebitin em ê du saetan bixebitin û zemanê me yê telafîkirinê heye. Piştî demên dijwar dibin yek beden û diçin referasyonê, civak xwe ji nû ve ava dike. Divê sazî jî xwe ji nû ve saz bikin. Di vê vesazkirinê de hîmek çend qewî bê danîn ew qas baş dibe.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan