Mizrakli: Em ê ber perê çemê Dîjleyê bo xelkê xwe bikin cihekî bikêr
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, devera ber perê Çemê Dîjleyê ya di navbera Pira Farqînê û Baxçeyên Hewselê de seh kir û got ku ew plan dikin vê derê bikin devereke bikêr bo xelkê bajêr.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, devera ber perê Çemê Dîjleyê ya di navbera Pira Farqînê û Baxçeyên Hewselê de seh kir. Mizrakli ligel endamên meclisê û rayedarên Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Avedaniyê li ber perên avê gerîya û got plana me heye ku em vê derê bikin devereke bikêr bo xelkê bajêr.
Hevşaredar Mizrakli, amaje bi plansaziya ber pere robarê Dîjleyê kir û got, plana wan ew e li vê derê rêgehên pisqêletan, rêbarên meşîyanê û baxçeyên fêkiyan çêkin. Ew ê di plansaziya vir de rêzê li xwezayê, mirovan û jîngehê bigirin û Mizrakli aşkere kir ku plansaziya wan ew e kus ê kîlometir li ber perê robarî şûnwarên ku zarok, ciwan û mezin jê sûdê werbigirin bidin avakirin. Mizrakli diyar kir ku ev dever di lîsteya mîrateyên çandî de ye, demeke nêzik ew ê bi rayedarên UNESCOyê re bên û li van deran saxtiyan bikin, projeya xwe ew ê pêşkêşî rayedarên UNESCOyê bikin û ew ê bi hev re binirxînin.
