Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli gel hevşaredaran kom bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, bi mebesta di rêveberiyên xwecihî de pirsgirêkan çareser bikin û xizmeteka baş bidin welatiyan ligel hevşaredarên navçeyan re kombûnek li dar xist.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, li Navenda Çandê û Kongreyan bi mebesta di rêveberiyên xwecihî de pirsgirêkan çareser bikin û xizmeteka baş bidin welatiyan ligel hevşaredarên navçeyan re kombûnek li dar xist. Di civînê de pirsgirêkên bajêr hatin gotûbêjkirin. Di kombûnê de ligel Hevşaredaran, alîkarên sekreterê giştî û serekên daîreyan û endamên meclisê jî amade bûn.

‘Lez dan xebatên Konseya Bajêr’

Civîn bi nîşandana vîdeoya xizmetên ji meha nîsanê vir ve ye di hin beşên Şaredariya Bajarê Mezin de tên meşandin dest pê kir. Piştre Hevşaredar Mizrakli der barê serdana şandeya YEyê de agahî dan beşdaran. Hevşaredarên navçeyan behsa xebatên xwe kirin, Mizrakli jî diyar kir ku wan giranî daye xebatên çalakkirina Konseya Bajêr.

‘Divê GABB ji nû ve bê çalakkirin’

Mizrakli aşkere kir ku plana wan e ku demeke nêzik GABBê dîsa çalak bikin û got ku ji bo pêşketina herêmê û geşedana rêveberiyên xwecihî GABBê roleke giring heye. Mizrakli got ku divê GABB bêt aktîfkirin û got ku deste û lijneyên bin banê vê saziyê de divê xebatên cidî bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan