Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli hevdîtin bi esnafên sanyîyê re pêk anî

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdana esnafên Sîteya Sanayîya 1’ê û Sîteya Xeratan kir û bi esnafan re hevdîtin pêk anî. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdanên xwe yên li ser esnaf û hewlatiyan berdewam dike. Seredana Sîteya Sanayî ya 1’ê kir û bi esnafan re hevdîtin pêk anî. Endamên Meclîsê yên Şaredariya Bajarê mezin beşdarî vê geryanê bûn.

Mizrakli, pêşî çû Sîteya Sanayî ya 1’ê ya ku li navçeya Yenîşehîrê ye û ji aliyê rêveberiya sîteyê û esnafan ve hate pêşwazî kirin. Mizrakli, ji wir derbasî avahiya rêveberiya sîteyê bû û bi rêveberên sîteyê re hevdîtin pêk anî û di derbarê sîteyê de agahî werîgirtin. Mizrakli, piştî vê hevdîtinê serdana Sîteya Xeratan kir. Mizrakli, silav li esnafan kir û li dikanekê bi wan re li hev rûnişt. Mizrakli, li pirsgirêk û daxwaziyên wan guhdar kir û li ser rewşa aborî ya Amedê bi esnafan re gûftûgo kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan