Mizrakli Parka Perwerdeya Trafîkê venêrt
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, serdana Parka Perwerdeya Trafîkê kir. Park ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li ser erdeki 10 hezr metrekare bi mebesta pêşxistina hişmendiya trafîkê di zarokan de hatiye avakirin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, serdana Parka Perwerdeya Trafîkê kir. Di venêrtina Mizrakli de endamên meclisê rayedarên beşan amade bûn. Mizrakli ewil bi zarokên li parkê perwerde dibin re rûnişt û gote zarokan, baş dêhna xwe bidin perwerdeyê û li gorî rêgezan tevbigerin. Mizrakli testên wesayitên sîmûlasyonî li cih seh kirin û xwest kêmasiyên parkê bêne çareserkirin.
Welatiyên ku Mizrakli li parkê dîtin, pîrozî lê kirin û di karê nû de serkeftin jê re xwestin. Welatiyên ku dîtin Mizrakli hatiye parkê, rahiştin pirtûkên xwe û bi diyarîkirina pirtûkan pîrozbahiya wezîfeya wî kirin.
