Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Pêdiviya me bi hevgirtinê heye

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, li hêwana meclisê Serokê Komela Siwêregiyan ligel endamên wê pêşwazî kir û got, ji bo normalîzebûnê pêdivî bi hestyariyê heye.

Pîrozbahiyên bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli berdewam dikin. Hevşaredar Mizrakli li hêwana meclisê Serokê Komela Siwêregiyan ligel endamên wê pêşwazî kirin.

Mizrakli li hêwana meclisê mêvan pêşwazî kirin û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û spasiya mêvanan kir. Mizrakli da zanîn ku ew ê karê xwe ser esasê heq û dadê bimeşînin û weha got, “Gelek kêmasî hatin kirin, me hemûyan gelek kêmasî tespit kirin. Divê em wan li pey xwe bihêlin. Pêdiviya me bi hestyariyê heye, pêdiviya me bi normalîzebûnê heye. Em ji rewşên awarte gelek bêzar bûn, bila rewş baştir bibe, aramî û firehî heqê hemû mirovan e.”

Serokê Komelê Burhan Erol ser navê komelê axivî û pîrozbahîya Hevşaredar Mizrakli kir û got, wek komele ew amade ne her destekê bidine wan. Piştî axaftinan endamên komelê pirtûkên bi xwe re anîbûn diyarî Hevşaredar Mizrakli kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan