Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Pêwistî bi pîlansaziyek çalak ê nû yê geştûguzariyê heye

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdana Muzeya Bajêr ya li Qonaxa Cemîlpaşa ku girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Geştûguzarî ye kir û got ku, ji bo pêşxistina bajêr pêwistî bi pîlansaziyek çalak ê nû yê geştûguzariyê heye.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdana Muzeya Bajêr ya li Qonaxa Cemîlpaşa ku girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Geştûguzarî ye li nav navçeya Sûrê kir. Mizrakli, ji aliyê xebatkaran ve hate pêşwazî kirin, paşê jî bi xebatkaran re civînek piçûk pêk anî, di derbarê xebat, projeyan de agahî hate wergirtin û di derbarê projeyên heyî û yên wê bên çêkirin de şêwr hate kirin. Mizrakli, ji aliyê xebatkaran ve di derbarê kar û xebatên li Muzeya Bajêr ya li Qonaxa Cemîlpaşa hate agahdar kirin û destnîşan kir ku pêwistî bi pîlansaziyek çalak ê nû yê geştûguzariyê heye.

Wê dîwarên îstinatê bi remzên dîrokî bê xemilandin

Mizrakli, ragihand ku wê ji niha û pêde li ser şaşeyên dîtbarî yên bajêr danasîna şûnwarên bajêr yên dîrokî bên nîşandan, û her weha mizgînî da ku wê kitêbçeyên danasîna bajêr yên ku di dema kayyûm de hatibûn tunekirin ji nû ve bên çap kirin. Mizrakli, ragihand ku nûkirina xeta riya li Deriyê Mêrdîn - Kabê destpê kiriye, şêwra xebatkaran kir bê ka kîjan remzên dîrokî yên bajêr dîwarê îstinatê yê li riya Deriyê Mêrdînê-Pira Deh Derî bixemlînin baş dibe.

Mizrakli, bal kişand ser giringiya Gastronomîyê ku di qada geştûguzariyê de ciyekî giring digre û bajêr di vî warî de gelek dewlemend e, divê xebatên baş li ser gastronomiyê bê kirin. Mizrakli, pirtûka bi navê Meyîr" ku berê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû çap kirin venêrt, û got ku ji bo pêşxistina bajêr pêwistî bi pîlansaziyek çalak ê nû yê geştûguzariyê heye. Mizrakli, anî ziman ku, giringî pê heye nêrîna hemû birr û beşên civakê di vê pîlansaziya çalakiyê de hebe, û divê platformek ji xizmetguzariyên ciyê lê mayînê, acentayên geştiyar bê sazkirin.

Piştî civîna bi xebatkarên beşa Serokatiya Daîreya Çand û Geştûguzariyê re Mizrakli, li Muzeya Bajêr a li Qonaxa Cemîlpaşa geriya, asarên li beşê cihê tên pexş kirin, li wan nêrt û di derbarên asaran de pêzanîn werîgirtin.

Em deyndarê hemû kesên li bajêr dijîn

Mizrakli, berî ku ji Muzeya Bajêr veqete careke din bi xebatkaran re hate ba hev û bi wan destnîşan kir ku karîna wan a gelek kar û xebatan heye û pêwistî bi handana zêde heye. Mizrakli got ku, bi xebatê wê karibin bi serbikevin û got; "Em hemû deyndar in, deyndarê her şûna ku em lingê xwe datînin ser in. Pêwist e em bi vê yekê zanibin. Em deyndarê hemû mirovên li vî bajêrî dijîn. Gava em ji vê dinyayê barkin qe nebe em li pey xwe tiştanan bihêlin. Ji bo vê yekê jî divê em jîr û zîrek bin."

Li Mînyaturê Nav Sûrê ji nêzîk ve venêrt

Mizrakli, piştî serdana Muzeya Bajêr a li Qonaxa Cemîlpaşa, serdana buroya Geştûguzarî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir ku li ser Cadeya Gaziyê ye. Mizrakli, makêtê Amedê yê di 21 salan de ji aliyê Fesîh Gundogar ve hatiye çêkirin û li baxçeyê buroyê di bin parastina camê de hatiye danîn venêrt, ji ber keda wî pîrozbahiya Gundogar kir. Mizrakli, di derbarê Sûr a nû de ji hunermend Gundogar agahî stand, şêwra wî kir ku pexşandina xebata wî ya nû li kîjan şûnê bê danîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan