Mizrakli peyama Remezanê weşand
Remezan aştî ye!
Remezan biratî ye!
Remezan bereket û hevparî ye!
Ez meha Remezana pîroz li hemû alema îslamê pîroz dikin, hêvîdar im ku ev meha pîroz bibe wesîleya aramî, xwişk û biratî û aştiyê.
Îslam, bi navê xwe, dînê aştiyê ye. Ev warên ku dînê îslamê lê vejiyaye û belav bûye bûye warek ku herî pir pêdiviya wî bi aştî û aramiyê heye.
Werin, em ji meha Remezana pîroz dest pê bikin li bajarê xwe yê qedîm aştiya civakî, aramî û pêkvejiyanê ava bikin. Hem sifreya xwe parve bikin, hem bextewariya xwe, hem jî dostanîya xwe û xeyalên xwe parve bikin.
Em destî li ti kesî nedin vekirin, em dest bidin destê hev. Werin, di bin konê Remezanê de li ser sifreya rûyê erdê vê xweşikiyê bi hev re hevpayî bikin!
Adnan Selçûk MIZRAKLI
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
