Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli şanoya “Rojnivîska Dînekî” temaşe kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, çû pêş şanoya “Rojnivîska Dînekî” ku ji aliyê Nîkolay Gogol ve hatiye nivîsîn û Erdal Beşikçioglu bi performanseke serkeftî pêşkêş dike, ji aliyê hezar kesî ve bi kêfxweşiyeka mezin hate temaşekirin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ligel hevjîna xwe Zeynep Mizrakli çû pêş şanoya “Rojnivîska Dînekî”. Şano li salona şanoyan a Navenda Çandê û Kongreyan hate pêşkêşkirin. Lîstik ji aliyê Nîkolay Gogol ve hatiye nivîsîn û Erdal Beşikçioglu bi performanseke serkeftî pêşkêş dike, ji aliyê hezar kesî ve bi kêfxweşiyeka mezin hate temaşekirin.

Lîstika “Rojnivîska Dînekî” behsa karmendekî serdema Çarên Rûs dike. Lîstikvan gelek caran mêvan jî beşdarî lîstikê kirin û bal kişand ser rewşa siyasî ya roja me. Şano 70 deqe kişand û ji ber performansa wî ye serkeftî bîneran Beşikçioglu li pêyan da ber çepikan.

Mizrakli, kulîlk dan Beşikçioglu

Derhêneriya lîstika şanoyê ji aliyê M. Cem Emûler ve hate kirin û piştî bidawîbûnê hevşaredar Mizrakli ji ber performansa wî Beşikçioglu bi kulîlkan xelat kir. Mizrakli axaftineke kin li sehneyê kir û got ku Amed xweş e, bi hünere hêj xweştir dibe û bi Erdal beşikçioglu hê hêj xweşiktir bûye.

Piştî Mizrakli Beşikçioglu jî di axaftina xwe de got ku wî 18 salan berê li Amedê di qada şanoyê de kar kiriye û got ku gelekî kêfxweş e ku careke din li pêşberî Amediyan e.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan