Mizrakli: Şaredarê bajêr xelkê wî ye
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, di seredana Meydana Bajêr de bi ciwanan re hevdîtinek pêk anî û got ku şaredarê bajêr gelê bajêr bi xwe ye, divê gel bi vê hişmendiyê xwedî li bajarê xwe derkeve û bi hev re pirsgirêkan çareser bike.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, saxtîya Meydana Bajêr ya li navçeya Peyasê kir û der barê wê de agahî ji rayedaran wergirtin. Mizrakli, ji serî heta binî li Meydana Bajêr gerîya û der barê xizmetguzariya bo zarok, jinan û ciwanan de bi endamên meclisê re şêwirî. Mizrakli der barê dar û xemla meydanê de jî şêwra xwe kir û xwest ku ligel kulîlkên celeb celeb bila li vê meydanê catir û rihana bejî jî bêt çandin.
‘Divê em xwedîtîyê li bajarê xwe bikin’
Mizrakli, li Meydana Bajêr di beşa Pirtûk Kafeyê de bi ciwanan re rûniştinek pêk anî û ji wan re behsa ezmûna xwe ya xwendinê kir. Mizrakli, daxwaza ciwanan ku gotin me divê bila pirtûkxane li bajêr zêdetir bibin, bi dilxweşî pêşwazî kir û got ku hayê wan ji vê daxwaza xwendekaran heye. Mizrakli, diyar kir ku divê pirtûkxane û qadên etûtan ji hev cihê cihê bêne nirxandin û got ku ew ê 10 hezar pirtûkan li Pirtûk Kafeyê bi cih bikin û ligel vê qada etûtê ava bikin. Mizrakli aşkere kir ku ev qadên cemaweriyê aydê gel in û got, “Şaredarê bajêr ya rastî hûn in. Xwedanên vê pirtûkxaneyê jî hûn in. Lewre divê hûn xwedîtiyê lê bikin. Ev bajar bajarê we ye. Divê hûn xwedî lê derkevin. Heke me wisa kir em ê bi hev re bikaribin her pirsgirêka xwe çareser bikin.”
Di seredana Meydana Bajêr de ligel Mizrakli, Hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekin û endamên meclisê jî amade bûn.
