Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Şaredarî mala gel e

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, nûnerên Komela Mafên Mirovan, nûnerên Partiya Emekê, Hunermenda Kurd a Operayê Pervîn Çakar û Serokê Weqfa Dêra Meryemayê a Suryaniyan Can Şakarer kirin mêvan.

Serdanên bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli dewam dikin. Serokê Komela Mafên Mirovan ê Amedê Abdullah Zeytun û rêveberiya bajêr, Endamên Desteya MYKya Partiya Emekê Yusuf Karataş, Seroka Partiya Emekê ya Amedê Çagla Yolaşan û edîtora kovara Dilopê Reşo Ronahî, Hunermenda Kurd a Operayê Pervîn Çakar û Serokê Weqfa Dêra Meryemayê a Suryaniyan Can Şakarer serdana Hevşaredar Mizrakli kir û pirtûk jê re kirin diyarî.

Mizrakli, kêfxweşiya xwe bi serdanê derbirî û got, “Şaredariya Bajarê Mezin, mala her kesê li vî bajarî dijî û xwedanê vî bajarî ye.” Mizrakli bal kişand ser giringiya rêxistinên civaka sîvîl û got ku wan berî hilbijartinê Peymana Bajêr îmze kiriye û got ku ew ê bajêr bi rêxistinên civaka sîvîl û welatiyan re bi rê ve bibin. Mizrakli diyar kir ku di serdanê de şûna kulîlkan anîna pirtûkan giring e û bona vê spasiya xwe kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan