Mizrakli sehetî li DÎŞTÎyê kirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, serdana DÎŞTÎ û Otogara Navçeyan a Rojava kir û xebaten vir seh kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, sehetîya li yekeyên xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê didomîne. Hevşaredar Mizrakli serdana DÎŞTÎ û Otogara Navçeyan a Rojava kir û xebaten vir seh kirin. Mizrakli xwest ku xebatên peyzajê demeka herî zû bi encam bibin.
Di terminalê de xelkê bajêr bi coş û kelecan Mizrakli pêşwazî kir û pîrozbahî qebûl kirin. Gel derd û daxwazên xwe bi hevşaredar Mizrakli re parve kirin. Mizrakli, serdana esnafên ticarî û fîrmayên otobûsan kir û pê re bîr û raya xwe parve kir. Mizrakli got ku ew ê bo çareserkirina pirsgirêkan bixebitin.
