Mizrakli serdana keleha Zerzevanê kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, serdana Keleha Zerzevanê kir û sehetî lê kirin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, serdana Keleha Zerzevanê kir û der barê xebatan de sehetî kirin. Mizrakli, xebatên kolandinên li kelehê venêrtin û nexşe û dosye seh kirin. Mizrakli, deverên ku kolandin lê hene venêrtin.
Mizrakli, destpêkê deverên neheriftî yên kelehê seh kirin. Paşê bermahiyên di encama kolandinan de peyda bûne, seh kirin û der barê wan agahiyên berfireh wergirtin. Mizrakli perestgeha Mîthras jî seh kir ku turist eleqeyeke germ nîşan didinê. Mizrakli, xebatên rê û çakkirina hawirdora kelehê jî seh kirin. Ev xebat ji aliyê şaredariyê ve tên kirin.
Keleha Zerzevanê
Keleha Zerzevan, di nav tixûbên parêzgeha Amedê de, 13 km dûrî navçeya Çinarê, kîlometir nêzî gundê Zêrzevînê ye. Di serdema Romayê de mîna wargeha leşkerî hatiye bikaranîn. Keleh li ser zinarekî 124 metre bilind, li ser aqarekî 60 donim hatiye danîn. Di sala 2014an de xebatên restorekirina kelehê hatine destpêkirin û hê jî dewam dikin.
