Mizrakli serdana şaredariyên navçeyan kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, serdana Hevşaredarên Peyas, Sûr û Yenîşehrê kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli serdana gel, rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî li meqamê xwe qebûl dike, bi Hevserokên Şaredariya Sûrê, Şaredariya Peyasê û Şaredariya Yenîşehrê re rûnişt. Di hevdîtinê de xebatên bo bajêr hatin axaftin û hate gotin ku dê plansazî û xebat bi hev re bête meşandin.
Mizrakli, bi esnaf û welatiyan re
Sur Belediyesi ziyaretine makam aracı yerine yürüyerek gitmeyi tercih eden Mızraklı, Mizrakli, şûna wesayita meqamî bi peyayî çû serdana Şaredariya Sûrê û bi esnaf û welatiyên ser rê re hevdîtin pêk anî.
Mizrakli serdana Buroya Turîzmê ya li Meydana Şêx Saîd kir û ji bo xebatên wan serkeftin ji xebatkaran xwest û der barê xebatan de agahî wergirtin.
Dê aborî bi turîzmê geş bibe
Mizrakli, li ber deriyê Şaredariya Sûrê ji aliyê endamên meclisê ve hate pêşwazîkirin. Hevserokên Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemîr, kêfxweşiya xwe bi serdanê derbirîn. Mizrakli, di serdanê de bal kişand ser ponansiyela turîzma bajêr û der barê wê de bîr û raya xwe bi hev re parve kirin. Mizrakli aşkere kir ku herêm û bajêr ji aliyê turîzmê ve gelek dewlemend in û got ku bi pêşetina turîzmê re dê gelek qadên karguzariyê geş û çalak bibin.
Piştî serdana Sûrê Mizrakli serdana Şaredariya Peyasê kir u bi Hevşaredar Kezîban Yilmaz re hevdîtinek pêk anî.
Piştî serdanê Mizrakli û Yilmaz bi hev re avahiya Şaredariya Peyasê ku nû hatiye çêkirin geriyan û bi xebatkaran re hevdîtin pêk anî.
Divê em afrîner û hilberîner bin
Piştî serdana Peyasê Hevşaredar Mizrakli serdana Şaredariya Yenîşehrê kir û ji aliyê Hevşaredar Belgîn Dîken û endamên meclisê ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser xebat û projeyan axivîn û bîr û boçûnên xwe bi hev re parve kirin.
