Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli serdana SP û CHPê kir û eyda wan pîroz kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli serdana partiyên SP û CHPê kir û cejna wan pîroz kir.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli bi boneya Cejna Remezanê serdana serokatiya bajêr a SP û CHPê kir. Mizrakli yê ku ji aliyê rêveberên partiyan ve hate pêşwazîkirin, cejna wan pîroz kir. Rêveberên SP û CHPê kêfxweşiya xwe bi serdanê anîn ziman û spasiya Mizrakli kirin.

Mizrakli di serdanê de axivî û got, “Mirov her dem dixwaze germahiya vê biratiyê û hêza vê hevgirtinê hîs bike. Ne ku kesên li heman bajarî dijîn, belkî kesên xema heman tiştî digirin û xwedanê heman hêviyê ne têne cem hev. Ez dilnima ne ku kesên li vî bajarî bi hev re dijîn, di pêvajoya pêkvemeşyanê de biryaran saz bikin. Her çendî niha di şaredariyan de endamên HDPê xuya bikin jî, em dixwazin em bi hev re hemû aktor beşdar bibin û tê de bibin xwedî soz û biryar. Demokrasiyeke herî berfireh saz bibe. Hevdîtina me di vê cejnê de jî bingehê vê hevgirtinê ye.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan